COVID-19 | Li Herêma Kurdistanê 2 mirin û 132 pêketî hatin tomarkirin

28 December 2020 18:30 0 dîtin
COVID-19 | Li Herêma Kurdistanê 2 mirin û 132 pêketî hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ya îro 28ê Kanûnê, di nav 24 saetên borî de tenê 2 nexweşên Covid-19 wefat kirine ku hejmara pêketiyên rojane jî daketiye 132 kesan.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, di 24 saetên borî de 132 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 22 kes li Hewlêrê, 41 kes li Silêmaniyê, 65 kes li Duhokê û 4 kes li Germiyanê ne.

Herwiha 2 kesan jî ji ber vîrûsa Koronayê can daye ku 1 kes li Hewlêrê û yê din jî 4 li Duhokê bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nav 24 saetên borî de, 316 pêketiyên koronayê jî baş bûne.

Bi van hejmarên dawî re, li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 102959 kesan, ya mirinan bû 3377 kes û heta niha 69367 nexweşan jî can daye.