COVID-19 | Li Herêma Kurdistanê 278 pêketî û 5 wefat hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 278 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kes jî pe mirine.
Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku ji 278 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, n 35 kes li Hewlêrê, 42 kes li Silêmaniyê, 197 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
5 kesên wefat kirine jî 2 kes li Hewlêr, 2 kes li Silêmaniyê û 1 kes jî li Raperînê ye.
Wezaretê diyar kiriye ku di nav 24 demjimêran de 283 kes ji nexweşiyê rizgar bûne ku ew jî156 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 105 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 9 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Covid-19 gihîşt 101826 kesan, ya mirinan bû 3243 kes û heta niha 67261 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin