Kurdistan | Di 24 saetan de 3 hezar û 250 pêketiyên nû û 19 wefatên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 3250 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 19 kes jî mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 27ê Tîrmehê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3250 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 757 kes li Hewlêrê, 968 kes li Silêmaniyê, 1364 kes li Duhokê, 43 kes li Helebceyê, 89 kes li Germiyanê û 29 kes li Raperînê ne.
Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1076 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne ku ew jî 126 kes li Hewlêrê, 228 kes li Silêmaniyê, 688 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê, 23 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî yên Covid-19 li Herêma Kurdistanê wiha ne:
Pêketin: 220815
Mirin: 4721
Başbûn: 194468

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin