3 hezar û 56 pêketiyên nû û 10 wefatên koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 3 hezar û 56 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3056 kes bi vîrûsa kKoronayê ketine, ji wan 749 kes li Hewlêrê, 749 kes li Silêmaniyê, 1469 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê, 64 kes li Germiyanê û 14 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1436 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên giştî gihîşt 227339 kesan, ya mirinan bû 4750 kes û heta niha 197181 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin