Dadgehê endamê MLKPê bi cezayê muebbed ya giran ceza kir
PeyamaKurd – Gumanbarê endamê MLKPê Cebrail Gündoğdu bi sedema ku li bajarê Bursayê teqîna serwîsa gardiyanên zîndanê kiribû, dihat darizandin û di celsa dawiyê de bi cezayê heya bi heyayê ya giran hat cezakirin.
Doz, li dadgeha Îzmirê ya 18em ya cezayê giran dihat dîtin û ji bo tevlîbûna celsa dadgehê Cebrail Gündoğdu yê zîndanî û 7 gumanbarên ku ji derve de tên darizandin di rêya Sîstema Deng û danûsitendina dîmenê (SEGBİS) tevlî celsê bûn.
Gumanbar Gündoğdu di berevaniya xwe ya dawiyê de got ku di derbarê wî de ti delîl tinene û bi temamî jê re kemîn danîne. Lewra beraeta xwe xwest. Dadgehê 4 kesan beraet kir û ji ber alîkariya rêxistina terorê kirine D.S.K, K.Ö, û R.İ. 1 sal û mehekî ceza sitendin.
Gündoğdu, ji ber dosya teqîna li Bursayê bi sûcdarkirina ‘xerabkirina yekîtiya dewletê û welat’ 2 car cezayê heya bi heyayê danê û ji ber hewldana kuştina mirovî 23 car 15 sal (345 sal) ceza danê. Ji dosya Buca ya İzmirê jî beraet kir.
Li Bursayê di 20ê Nîsana 2022an de, di wexta otobus xebatkarên zîndanê dibir zîndanê, teqîn çêbû bû di encamê de kesekî miribû û 23 kes birîndar bûbûn. Li ser bûyerê Cebrail Gündoğdu cezayê navborî sitend.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin