Li Misrê bo 18 endamên DEAS ê cezayê muebbed dan
PeyamaKurd- Li welatê Misrê bi sedema endamên DEAŞ ê ne, 30 kesên ku dihatin darizandin, ji wan 18 kes bi cezayê heya bi heyayê (musbbed) hatin cezakirin. Ceza ji aliyê Dadgeha Rewşa Awarte ya Ewlekariya Dewletê de hat dayîn. Bo 8 kesan 15 sal, bo 4 kesan 10 sal ceza dan wan.
Sedema cezadanê ne tenha ji ber ku endamin lê li bajarên cuda yên Misrê xebatên xwe weka endam kirine û di salên navbera 2015 û 2018an de li bajarê Îskenderiyê baregehekî danîne.
Biryara ku ji aliyê Dadgeha Rewşa Awarte de tê dayîn, mafê cezaxwariyan tine ye ku temyîz bike an ku li dadgeha jortir îtîrazê li biryarê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin