Dadgeha Almanyayê jineke DAISê ya ji Rojava hatibû vegerandin ceza kir

19 May 2022 19:48 0 dîtin
Dadgeha Almanyayê jineke DAISê ya ji Rojava hatibû vegerandin ceza kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dadgeha Bilind a Herêmî ya Nurnberg a Almanyayê, biryara cezayê girtîgehê bo jineke Alman a di 15 saliya xwe de beşdarî DAIŞê bûbû derxist.

Berdevkê dadgehê daye xuyakirin ku Leonora Messing a dayika du zarokan, bi 2 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin.

Hat zanîn ku dadgehê cezayê wê jina Almanî ne bi sedema tawanên dijî mirovahiyê û komkujîyên bi taybet li ser Kurd û Şîeyan daye, lê belê tenê ji ber ketina wê ya nav DAIŞê hatiye cezakirin.

Dozgerên Almanyayê Leonora Messing a DAIŞî ji ber di meha Hezîranê de alîkariya mêrê xwe kiriye ku jineke Kurd a Êzidî bike kole, tawanbar kiribû. Messing a ku niha 22 salî ye, ji ber ku wê demê temenê wê biçûk bûye, tenê bi "endamtiya rêxistina terorê" hatiye cezakirin.

Leonora Messing Adara 2015an ji mala xwe reviya da ku biçe devera Sûriyê ya di bin kontrola DAIŞê de û piştre li Reqaya "paytexta xîlafetê" bûbû jina sêyem a Almanekî rêxistina terorîst DAIŞê.

Leonora Messing di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li Baxozê hatiye girtin û di Kanûna 2020an de jî bo Almanyayê hatiye vegerandin.