Dadgeha Brukselê ji bo zarokên DAISê yên li Rojava biryar da

12 December 2019 15:51 0 dîtin
Dadgeha Brukselê ji bo zarokên DAISê yên li Rojava biryar da

PeyamaKurd –Dadgeha Bruksel a Belçîkayê ji bo zarokên terorîstên DAIŞê yên li kampên Rojavayê Kurdistanê dimînin biryar da.

Li gorî biryarê dê 10 zarokên 4 terorîstên DAIŞê yên welatiyên Belçîkî werin qebûlkirin û 4 endamên DAIŞê jî bo welat neyên qebûlkirin.

Dadgehê biryar da ku di nav 6 hefteyan de bi alîkariya konsûlosiya Belçîkayê karûbarê vegera wan zarokan were temamkirin.

Heger di nav 6 hefeteyan de ew zarok neyên Belçîkayê jî dadgehê biryara 5 hezar euro serê zarokekê daye ku dê Belçîka bide.

Li Rojavayê Kurdistanê di kampan de bi hezaran malbat û zarokên DAIŞiyên biyanî dimînin ku gelek caran bang li civaka navdewletî hatiye kirin ku wan werbigirin welatên xwe.