Dadgeha Bilind qedexeya siyasetê ya Kaftancioglu pesend kir û CHPê re sand

14 June 2022 14:54 0 dîtin
Dadgeha Bilind qedexeya siyasetê ya Kaftancioglu pesend kir û CHPê re sand

PeyamaKurd – Seroka rêxistina Stenbolê ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) Canan Kaftancioglu ku demek berê cezayê 4 sal û 11 mehan ê girtîgehê bo wê hatibû dayîn, mafê wê yê endambûna partiyên siyasî jî ji destê wê hat standin.

Dadgehê dema sepandina ceza qedexeya siyasî jî bo Kaftancioglu ragihandibû û bi şertê kontrola edlî ji girtîgeha Silîvrî hatibû berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyê, îro 14ê Hezîranê jî mafê Kaftancioglu yê endambûna partiyên siyasî hilweşand û biryar ji Navenda Giştî ya CHPê re şand.

Piştî vê biryarê biryara serokatiya Kaftancioglu ya CHP ya Stenbolê bi awayekî fermî bi dawî were û herwiha nikaribe di hilbijartinan de jî namzediya xwe deyne.

Kaftancioglu li ser vê biryarê got, “CHP partiyeke ku ne li buroyên hiqûqê hatiye avakirin, lê li qadên şer bi ruhê Kuvayî Milliye hatiye avakirin. Endamtiya Partiya Komarî ya Gel karekî baweriyê ye, karê dil e, karê kedê ye. Ew bawerî, ew dil, ew hewldan hebin tiştên din ji xwe ne… Me çi gotibû? Ti sûda tirsê nîne.”