Dadgeha Ewropayê li ser doza zimanê Kurdî ceza da Tirkiyê
PeyamaKurd – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana xwendekarekî zanîngehê ku li Diyarbekirê beşdarî xwepêşandana bo mafên zimanê dayikê bûbû û hatibû binçavkirin, biryar da.
Dadgeha Ewropayê li ser serlêdana xwendekarê Kurdî Hakîm Aydin a sala 2009an biryar da ku Tirkiyê benda Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya 11an a mafên azadiyan û azadiya xwepêşandanan û benda 5an a ewlehiyê binpê kiriye.
Dadgehê herwiha biryar da ku Tirkiye tevî mesrefên dadgehê 7 hezar euro xirametê bide.
Xwendekarê Kurd Hakim Aydin sala 2008an bi sedema beşdarbûna xwepêşandana li ser mafên zimanê dayikê hatibû binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin