Doza dîtina cenazê Saîdê Kurdî birin Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpayê

04 October 2022 02:00 0 dîtin
Doza dîtina cenazê Saîdê Kurdî birin Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpayê

PeyamaKurd – Baroya bajarê Rihayê ji bo doza dîtina cenazê Saîdê Kurdî (Nûrsî) seredana rêvebiriya Tirkiyê û dadgehan kiribû lê heya niha temamê rêyên hundir yê Tirkiyê nebûn çare û niha baroya Rihayê dozê bir Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpayê. Baro mijarê weha ragihand:

“Gora wî perçe kirin naaşê wî revandin. Ji bo destnîşankirina ciyê naaşê Saîdê Kurdî tevî doz hat vekirin jî, ji aliyê dewletê de nehat ragihandin û doza ku l Tirkiyê hat vekirin encam neda. Ji ber rêyên hundirê Tirkiyê bi temamî xitimîn, me dozê bir Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpayê.”

Baroya Rihayê dozê di 2019an de vekiribû. Cenazê Saîdê Kurdî di derba leşkerî ya 1960 an de ji bajarê Rihayê di rojekî de dewletê vekiribû. Naaş bi helîkoterê biribûn ciyekî nediyar. 57 sal di ser de derbas bû lê dewletê heya niha ciyê cenazê Kurdî neda zanîn.

Di dozê de daxwaza ewilî ji parêzgehê hat kirin da belge û kaxezên cenaze bidin zanîn lê parêzgeh bi neyînî bersiva baroyê dabû. Baro di eleyhiya parêzgehê de li dadgeha îdarî doz vekir. Dadgeh dozê red kir. Dosya çû dadgeha herêmê ya îdarî ya bajarê Entabê (Gaziantep). Dadgeha Entabê dozê red kir û niha dozê birin Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpayê.