Dadgeha Rûsya Facebook û Instagramê qedexe kir
PeyamaKurd – Li Rûsyayê dadgeh biryara qedexekirina Facebook û Instagramê da ku kes nikaribe xwe bigihîne wan an wan bikarbîne. Berê li pêşiya her dû medyayên civakî astengî hatibû danîn lê nehatibûn qedexekirin.
Îro dadgeha li Moskova ya bi navê Dadgeha Tverskiy biryarê da ku bi temamî xwegihandina Facebook û Instagramê hatiye qedexekirin. Sedem jî tundiya weşanên her dû yan hat nîşandan.
Hat ragihandin ku wê Faceboook û Instagram yekser bên rawestandin lê wê bandorê li WhatsApp ê neke.
Facebook û Instagram girêdayê şîrketa Meta ne û ya Amerîkaye û serdozgeriya Moskovayê ragihandiye ku facebook û Instagram dîmenên şiddetê yên ku li leşkerên Rûsya tên kirin belav dikin, li serokê Rûsya Vladimir Putin û serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko heqaret û tehdîd tên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin