Facebookê ligel Watsapp û Instagramê qedexe danî ser Talîbanê
PeyamaKurd – Platformên torên medya civakî Facebookê ligel Watsapp û Instdagramê qedexe daniye ser Talîbanê ku wê wekî rêxistineke terorîst dibîne.
Berdevkê Facebookê ji BBCê re ragihand ku Talîban li gorî yasayên Amerîkayê wekî “rêxistinek terorîst” tê dîtin û li gorî polîtîkayên rêxistinên xeternak, sûdgirtina wê rêxistinê ji kompaniyê hatiye qedexekirin.
Berdevkê Facebookê diyar kir ku hesabên Talîban yan li ser navê Talîbanê, nûnerên wan dê bêne girtin û naverok û parvekirinên ku pesnê wan didin jî wê werin jêbirin.
Berdevkê Facebookê herwiha daye zanîn ku ew ê bi komek pisporên Afgn re ku bi zimanên herêmî diaxivin û haya wan ji derûdorên herêmî heye re bixebitin daku ji bo çareserkirina pirsgirêkan alîkariyê ji wan werbigirin.
Berdevkê Facebookê li ser naskirina hukûmetan jî diyar kiriye, ew dê di vê mijarê de "otorotiya civaka navneteweyî" bişopînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin