Facebookê qedexeya reklamên sîyasî ya ji bo Amerîka bi dawî kir
PeyamaKurd – Platforma medya civakî Facebookê diyar kir, qedexeya reklamên sîyasî ya ji bo Amerîka, bi dawî kiriye.
Facebookê, li ser hilbijartinên 3yê Mijdarê yên Amerîka ragihandibû, ji bo ew rê li ber ‘‘agahiyên şaş û bûyerên tundûtûjiyê bigirin’’ ew ê reklamên sîyasî qedexe bikin.
Facebookê qedexe rakir û dê partîyên sîyasî, berbijarên wan, komên polîtîk, karibin ji roja Pêncşemê pê ve reklaman bidin Facebookê.
Herwiha Google jî bi heman helwestê reklamên sîyasî heta Berfanbarê qedexe kiribûn û piştî êrîşa li ser Kongresê, ew qedexe dirêjtir kiribû.
Wê platformê, hefteya borî sînordarkirina bo reklamên sîyasî rakir.
Twitterê jî reklamên sîyasî qedexe kiribûn, lê hîn ne diyar e ew platform dê kengî wan qedexeyan bi dawî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin