Rûsya difikire ku firotina sotemeniyê bo derve qedexe bike
PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak ragihand ku ew plan dikin firotina mazotê bo derveyî welat qedexe bikin.
Novak, li Moskowê ji rojnamevanan re axivî û got ku her çiqas hilberîna motorînê ya Rûsyayê têr dike jî ew plan dikin di demên pêş de hinardeya derve ya sotemeniyê qedexe bikin.
Berpirsê rûsî 23yê Tîrmehê jî dabû xuyakirin ku wê 1ê Tebaxê ji nû ve qedexeya hinardeya benzînê dest pê bike.
Hêjayî gotinê ye, ji ber êrîşên Ukraynayê yên bi balafirên bêmirov bi ser parzungehan de, bihayê benzînê li Rûsyayê bilind bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin