Dadgeha Sayistayê xwe dixe sûna rêvebiriyâ Tirkiyê

19 October 2018 17:44 0 dîtin
Dadgeha Sayistayê xwe dixe sûna rêvebiriyâ Tirkiyê

PeyamaKurd- Dadgeha Bilind ya Ankara Sayiştay biryareka wisa da  ku dixwaze rojên berê yên di dibistanê Tirkiyê de bi paşde vegerîne. Berê di dibistanên Tirkiyê de her sibe xwendin, bi ‘sonda gêncatiyê’ destpêdikir ku sondeka şowenîst e. Rêvebiriya Tirkiyê di dewra AKP ê de wê sondê rakiribû. Niha Daniştay wê bi şûnde tîne.

Li ser biryara Sayiştayê wezîrê dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul ragihand ku Sayiştay nikare di şûna rêvebiriyê de biryarê bide û meqamê wê ne yê rêvebiriyê ye. Gul, di ser Twitterê de beyana xwe da û got ku wan wê rêziknameyê betal kiriye.

Li aliyê dinê wezareta perwerdê yê Tirkiyê ragihand ku wê ew biryar nê tetbîqkirin û pêvajoya hûqûqî dewam dike. Wezîr got ku wê li biryarê îtîrazê bikin.

Sonda navborî di dibistana seretayî û navendî de dihat xwedin ku bi “Türküm, doğruyum, çalişkanım…” destpêdikir. An ku “Ez Tirki im, rast im, zîrekim…”