Dadgehê 30 keç û jinên Kurdên Êzidî derxist pês terorîstên destdirêjî kiribûn

02 December 2019 21:12 0 dîtin
Dadgehê 30 keç û jinên Kurdên Êzidî derxist pês terorîstên destdirêjî kiribûn

PeyamaKurd – Dadgeha Iraqê ji bilî Keça Kurd a Êzidî Eşwaq Hecî ku di 14 saliya xwe de ji aliyên DAIŞê ve hatibû revandin û destdirêjî lê hatibû kirin, dadgehê 30 keç û jinên din ên Kurdên Êzidî derxist pêşberî wan terorîstên DAIŞê yên ew revandine û destdirêjî li wan kirine.

Dîmenên rûbirûbûna keça Kurd a Êzidî Eşwaq Hecî bi kesên destdirêjî lê kiriye roja Şemiyê belav bûbûn û ew dîmen li cîhanê jî deng vedabûn.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî li Serokatiya Herêma Kurdistanê Husên Qaîdî piştî belavbûna dîmenên Keça Kurd a Êzidî Eşwaq Hecî, ragihand ku 30 keç û jinên din ên Kurdên Êzidî jî li dadgehê rûbirûyî wan terorîstên ew revandine bûne.

Li gorî nûçeya Rûdawê Husên Qaîdî gotiye: “Li Mûsil, Bexda û welatên cuda keç û jinên Êzidî jî weke şahid li dadgehan beşdarî darizandina DAIŞiyan dibin.”

Hat zanîn ku li Almanyayê jî di Cotmeha 2019an de kêça Kurd a Êzidî ya bi navê Şeza Selîm Beşar, weke şahid beşdarî dadgehkirina DAIŞiyan bûye.

Qaîdî got ku ew dozên darizandina DAIŞiyan dişopînin, eger di nav wan DAIŞiyan de kesek wan nas bike hebe bila bibin alîkar û weke şahid li dadgehê amade bin.