Kurdistan | Ji bo zarokên DAISê yên jinên êzidî yasa tê derxistin

31 May 2019 20:20 0 dîtin
Kurdistan | Ji bo zarokên DAISê yên jinên êzidî yasa tê derxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin Parlamentoya Herêma Kurdistanê amadekariyan dike ku yasayekê ji bo zarokên DAIŞê yên jinên êzidî derxe û wan adapteyî nav civakê bike.

Cîgira Serokê Lijneya Karûbarên Civakî û Mafê Mirov û Jinan li Parlamentoya Kurdistanê Gulistan Seîd da xuyakirin, “Bi armanca zelalkirina çarenivîsa wan zarokên ku bavê wan çekdarên DAIŞê û dayîkên wan jî jinên revandiyên êzdî ne, me civînek pêk anî bi amadebûna şandeyeke UNAMI armanca serdana parlamentoyê kirina wan jî, bo ku bikarin proje yasayek amade bikin û bi rêya wê yasayê ve ew zarok têkelî civakê bên kirin e.”

Li gorî nûçeya BasNewsê Gulîstan Seîd li ser mijarê got: “Armanca me ya serekî derxistina nasnameya şaristanî û rêgeznameya bo wan zarokan, ji ber heta niha ji wî mafî bêbeş in ku, ev jî pirsgirêkek mezin e.”

Gulistan Seîd wiha pê de çû: “Asayî kirina wan zarokan ji aliyê derûnî ve divê karê herî serekî be. Ji ber tund û tîjiyên rêxistina terorîst a DAIŞê dibe ku ew zarok jî bandor kiribin ku di hizra wan de tundî hebe û ev yek bi mekanîzmayek taybet ve hatiye kirin. Me bi berfirehî li gel şandeya UNAMI ev yek gotûbêj kirin, ku em bikarin bi yasa vê babetê zelal bikin.’’