DAIS careke din li herêmê xurt dibe
PeyamaKurd - Berpirsê Asayişa Bajarokê Kokizê ser bi navçeya Kifriya Germiyanê ragihand ku liv û tevgera DAIŞê li devera wan bi awayekî berdewam zêde dibe.
Berpirsê Asayişa Bajarokê Kokizê Simko Elî ragihand: “Li devera me liv û tevgera DAIŞê zêde bûye û bi awayekî berdewam li çemê Îslahî yê li Şêx Bawe mefrezeya wan heye. Li gor zanyariyên me, li wê deverê nêzîkî 20 kes hene, lê belê bi awayekî berdewam mefrezeyên din serdana wan dikin, ji ber vê yekê kêm û zêde dibin, car caran jî çalakiyên terorîstî encam didin.”
Simko Elî herwiha eşkere kir ku liv û tevgera çekdarên DAIŞê li wê deverê piştî 16ê Cotmeha 2017an zêde bûye û got: “Piştî 16ê Cotmehê 6 kes şehîd û 6 kes jî birîndar kirin, eger çavdêriya me û hêzên Pêşmerge nebûya, wan dê zêdetir çalakiyên têkbirinê bidana.”
Bajarokê Kokiz, ser bi navçeya Kifrî ya girêdayî îdareya Germiyanê ye û sînorê dawî yê desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, piştî wê deverê sînorên desthilata hikûmeta Iraqê tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin