Li Rojavayê Kurdistanê careke din vîrusa Koronayê bi xurtî belav dibe
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê careke din vîrusa Koronayê bi xurtî belav dibe.
Li gor amarên dawî, rojane bi sedan rewşên nû tên tomarkirin û hejmar gelekî zêde bûye.
Û heta niha bi dehhezaran kes pê ketine û bi sedan jî can daye,
Desteya Tenduristiyê do diyar kir, 276 kesên nû bi vîrûsê ketine.
Li gorî desteyê, heta niha 22,333 bi vîrûsê ketine û 797 jî can dane.
Piştî belavbûna zêde ya Vîrûsê, Desteyê diyar kiriye: “Em ê rêkarên nû ji bo rêgirtina li ber Koronayê pêk bînin û wê qedexeya derketina derve jî were ragihandin”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin