DAIS careke din li Kerkûkê xurt dibe

26 March 2018 16:24 0 dîtin
DAIS careke din li Kerkûkê xurt dibe

PeyamaKurd -  Rakan Seîd Cibûriyê piştî bûyerên 16ê Cotmehê wek parêzgar tayinî Kerkûkê bûbû ragihand ku rêxistina terorê DAIŞ li herêmê ji nû di bi ser xwe ve tê.

Rakan Seîd Cibûrî daxuyaniyek da û ragihand ku paqijkirina derûdorê Kerkûkê ji çekdarên DAIŞê ne hêsan e. Herwiha diyar kir ku DAIŞê dest bi çalakiyan terorî kiriye û zirarê dide xelkê Kerkûkê.

Cûbûrî bal kişand ser wê yekê ku di Cotmeha 2017an de li hember çekdarên DAIŞê operasyon hatibû destpêkirin. Operasyona hêzên Iraqê herçiqas serkeftî be jî pakijkirina DAIŞê ji herêmê ne hêsan e û zeman divê.

DAIŞ ev demek e dirêj e li derdora Kerkûkê êrişan pêk tîne û ziyanê digihîne Artêşa Iraqê û Heşdî Şabiyê. Herwiha bûye metirsiyeke mezin li ser ewlehiya herêmê.