DAISê efserekî îstixbarata Iraqê li Bexdayê kust

22 March 2021 12:00 0 dîtin
DAISê efserekî îstixbarata Iraqê li Bexdayê kust

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, li Xurmatûyê sê cotkar revandin, herwiha efserekî dezgeha îstixbarata Iraqê li Bexdayê kuştin.

Li gor çavkaniyeke ewlehiyê ji parêzgeha Selahedîn diyar kir; li gundê Hilêwe yê ser bi navçeya Xurmatû, sê cotkar ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin.

Li gor zanyariyan, li devera Mensûr a li rojavayê Bexdayê jî, efserekî dezgeha îstixbarata Iraqê ji aliyê çekdaran ve hat kuştin. Li naverasta Kerbelayê jî, kesek bi destdirêjiya gulle hat kuştin.

Herwiha li ser rewşa ewlehiyê ya Iraqê, li ser rêya bilez a bajarê Hille jî, bombeyek bi karwana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de teqiya. Li gor zanyariyan ji ber teqînê tu zirar derneketine holê.