DAISê wêneyê kustina karmendekî îstixbarata Iraqê belav kir
PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê ku hefteya borî êrîş biribû ser saziya îstixbaratê li Kerkûkê, niha jî wêneyên kuştina karmendekî îstixbarata Iraqê belav kirin.
Di wêneyên hatine belavkirin de kesek ji aliyê terorîstên DAIŞê ve tê înfazkirin ku dibêjin, navê wî Enwer Nayif e û karmendekî saziya îstixbarata Iraqê ye.
Li gorî ragihandina wan terorîstên DAIŞê, Enwer Nayif li çolên Hezer ên başûrê bajarê Mûsilê tê kuştin.
Di van rojên dawî de, êrîşên DAIŞê li dijî Heşdî Şeibî û hêzên Iraqê li Nînowa, Kerkûk, Diyale, Selahedîn û Babilê zêde bûne ku tê gotin, DAIŞê ji nû ve xwe birêxistin kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin