Îstixbarata Iraqê li Bexdayê 3 terorîstên DAISê desteser kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 3 endamên rêxistina terorîst DAIŞê li bajarê Bexdayê yê Iraqê ji aliyê îstixbarata Iraqê ve hatine desterkirin.
Ajansa Îstixbarata Iraqê ragihandiye ku îro Yekşemê 21 kesên daxwazkirî hatin desteserkirin ku ji wan 3 kes endamên rêxistina DAIŞê ne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, desteserkiriyên DAIŞê ji ber hebûna peywendiyên wan bi wê rêxistinê ve, li gor madeya 4 a yasaya terorê hatine girtin û dê werin darizandin.
Îstixbarata Iraqê daye xuyakirin ku hêzên wan li çend deverên cuda yên bajarê Bexdayê, ew kes desteser kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin