DAISê êrîsî artêsa Iraqê kir: 11 serbaz hatin kustin

21 January 2022 12:04 0 dîtin
DAISê êrîsî artêsa Iraqê kir: 11 serbaz hatin kustin

PeyamaKurd Terorîstên DAIŞê vê sibê 21ê Çileya 2022yan li devera Uzeym êrîşî artêşa Iraqê kir û di encamê de, 11 serbaz hatin kuştin.

Li gor medyaya Iraqê diyar kir; li nahiya Uzeym a ser bi parêzgeha Diyala, DAIŞê êrîş artêşa Iraqê kir û ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê, 11 serbaz hatin kuştin û hejmarek serbaz jî birîndar bûn.

Herwiha hat eşkerekirin, hêzên piştevanî yên ser bi artêşa Iraqê, gihîştin deverê û li gor zanyariyên destpêkê, ev êrîş di nava îsal de êrîşa herî tund a çekdarên DAIŞê bûye.