DAISê êrîsî Balafirgeha Kabulê kir: Herî kêm 15 birîndar hene, Talîbanê êrîs sermezar kir
PeyamaKurd – Piştî teqîna yekem a li ber deriyê Balafirgeha Kabul a Afganistanê, teqîneke din çêbû.
Li gorî ragihandina ajansên cîhanî di her du teqînan de herî kêm 15 kes birîndar bûne ku 3 leşkerên amerîkî jî di nav birîndaran de hene. Derbarê kuştiyan hîn ti agahiyên zelal belav nebûne.
Weşana Politicoyê belav kiriye ku rêxistina DAIŞê berpirsiya êrîşan li xwe girtiye.
Rayedarên Amerîkayê ji Reutersê re ragihandine ku teqîn di encama êrîşên xwekujî de pêk hatine.
Li aliyê din Tevgera Talîban ku dest daniye ser rêveberiya Afganistanê, êrîşên ser balafirgeha Kabulê şermezar kirine û ragihandiye, “Em vê êrîşê şermezar dikin. Divê hemû dinya êrîşên ku mirovên bêguneh dikin armanc şermezar bike.”
Piştî hişyariya êrîşên terorê li balafirgeha Kabulê teqîn çêbû

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin