Reva ji Afganistanê didome: Li Balafirgeha Kabulê herî kêm 5 kes mirin

16 August 2021 15:00 0 dîtin
Reva ji Afganistanê didome: Li Balafirgeha Kabulê herî kêm 5 kes mirin

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya cîhanî, piştî ku Kabul ji aliyê Talîbanê ve hatiye kontrolkirin, li Balafirgeha Kabul a paytexta Afganistanê herî kêm 5 kes mirine, lê nediyar e bi guleyan yan jî ji ber geremolê mirine.

Reutersê ragihandiye ku ew kuştin dema ku bi sedan kesên li balafirgehê hewil dane bi zorê li balafiran siwar bibin çêbûne.

 Ajansê dîyar kiriye ku hîn ne zelal e ku ew mirin bi guleyan yan bi geremolê çêbûne.

Li aliyê din rayedarekî Amerîka dabû zanîn ku leşkerên Amerîkî ji bo qelebalixê belav bikin ber bi hewayê ve gule teqandine.