DAISê êrîsî otobusekê kir | Herî kêm 9 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Li Reqayê DAIŞê roja Yekşemê êrîşî otobusekê kir û di encamê de herî kêm neh kes hatin kuştin, heft kes leşkerên Artêşa Sûriyê ne.
Li gor Çavdêriya Mafên Mirova ya Sûriyê ragihand, êrîş ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, di dema otobus ji Reqayê ber bi Şamê ve bi rê ketibû pêk hat. Ji bilî kuştina neh kesan, 16 kes jî birîndar bûn.
Herwiha Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirova Ramî Ebdurehman ji AFPê re daye zanîn, di nava hefteyekê de ev cara duyem e êrîşî otobusê tê kirin, ku leşkerên Sûriyê vediguhezîne. Dibe ku kesên din ên di nav otobusê de xizmên leşkeran bin.
Ajansa fermî ya Hikûmeta Sûriyê SANA derbarê kuştiyan de berevajî Çavdêriya Mafên Mirova ya Sûriyê dibêje: “Hemû kuştî kesên sivîl in.” Heta niha tu aliyan, berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ser xwe.
Tu dever ji meha Adara 2020an ve, di destê DAIŞê de nemaye, lê şaneyên razayî bi awayekî berdewam êrîş dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin