DAISê êrîsî çend bajaran kir: 7 kes hatin kustin
PeyamaKurd – DAIŞê şeva borî êrîşî ser bajarên cuda kir û di encamê de 7 kes hatin kuştin, 23 kes jî birîndar bûn û herwiha 3 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.
Li gor zanyariyan, çekdarên rêxistina DAIŞê şeva borî li sînorên parêzgehên Diyala, Selahedîn û Kerkûkê êrîş pêk anîne.
Berdevkê Polîsê Diyalayê Nîhad Ehmed eşkere kir, şeva borî çekdarên DAIŞê li 3 cihên cuda yên wê parêzgehê êrîş pêk anîne.
Di berdewamiyê de Ehmed destnîşan kir: “Di êrîşa çekdarên DAIŞê ya li ser gundê Selam Enbige de, kesek hat kuştin û 11 kes jî birîndar bûn, ku 6 ji wan ji malbatekê ne.”
Herwiha Nîhad Ehmed got: “DAIŞê li qexayên Xalis û Selam ên Diyalayê du êrîşên din jî pêk anîne û di encama wan êrîşan de 3 kesên din can dane.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin