Iraq | Li Diyalayê êrîsî çeperên DAISê kirin: 10 terorîst hatin kustin!
PeyamaKurd – Hat diyarkirin, hêzên hewayî yên Iraqê li parêzgeha Diyala li dijî êrişa rêxistina terorîst a DAIŞê bo ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê û hin navçeyên Iraqê êrişeke asmanî li dijî DAIŞê pêk anîn. Hat eşkerekirin, di vê êrîşê de 10 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Mewziyên DAIŞê hatin bombebarankirin, 10 terorîst hatin kuştin!
Tora Medyayî ya Ewlekariya Iraqê ku derbarê operasyona esmanî de daxuyaniyek belav kir ragihand, li parêzgeha Diyalayê bi balafirên şer ên F-16 li dijî DAIŞê êrîşeke asmanî hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Tora Medyayî ya Asayîşê, di encama operasyonê de 2 sitargehên DAIŞê hatin rûxandin û 10 terorîst hatin kuştin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Yekîneyên me yên ewlekarî wê lêkolînên xwe li seranserê Iraqê ji bo girtina endamên DAIŞê berdewam bikin."
Ji aliyê din ve, Berdevkê Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Hefacî di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, di sala 2022an de, di encama bombebarana balafirên şer ên Iraqê de, nêzîkî 200 endamên DAIŞê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin