DAISê li Kerkûkê 2 polîsên Iraqê kustin, 2 jî birîndar kirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di encama êrîşeke terorîstên DAIŞê ya bi ser navendeke polîsên federalî yên Iraqê de, 2 polîsên iraqî hatine kuştin.
Li gor zanyariyan, terorîstên DAIŞê şeva borî li demjimêr 01:00ê li bajaroka Daqûqê ya Kerkûkê, êrîşî navenda polîsên federalî ya li gundê Elî Sera kirin.
Çavkaniyên herêmî radigihînin ku di encama wê êrîşê de, 2 polîsên federalî can dane û 2 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin