DAISê êrîsî polîsên Iraqê kir: 3 polîs hatin kustin

15 July 2021 13:29 0 dîtin
DAISê êrîsî polîsên Iraqê kir: 3 polîs hatin kustin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê DAIŞê êrîşî polîsên Iraqê kirin û di encamê de 3 polîs hatin kuştin û polîsek jî birîndar bû.

Rêveberê Rêveberiya Polîsê Hewîceyê Emîd Fetah Mehmûd daye zanîn, êvara roja Çarşemê derengê şevê, terorîstên DAIŞê li bajarokê Riyazê yê ser bi Hewîceyê, êrîşî hêzeke polîsan kirin.

Herwiha Emîd Fetah Mehmud destnîşan kiriye, di encama wê êrîşê de 3 polîs hatine kuştin û polîsek jî birîndar bûye.

Ji ber lawaziya hêz û milîsên Iraqê beramber DAIŞê, DAIŞ rojane hêzên emnî û xelkê sivîl li Kerkûk û herêmên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dike armanc û kiryarên terorîstî pêk tîne.