Kerkûk | DAISê êrîsî polîsên Iraqê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro beyaniyê terorîstên DAIŞê li nêzîkî zeviyên petrolê yên li başûrê Kerkûkê êrîş birin ser Polîsên Federalî yên Iraqê.
Li gorî zanyariyan DAIŞê baregeheke Polîsên Federal li nêzîkî zeviyê Xebaz ê petrolê bombebaran kir û di encamê de polîsek birîndar bû.
Hêjayî gotinê ye, piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an ku Kerkûk radestî hêzên Iraqî û Heşda Şeibî hat kirin, rewşa ewlekariya Kerkûkê her diçe xirabtir dibe ku êrîşên DAIŞê jî zêde dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin