Danistina darizandina Hevsaredarê Colemêrgê destpê kir
PeyamaKurd - Daniştina biryarê ya doza ku Hevşaredarê Colemêrgê yê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akış ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin dest pê kir.
61'emîn rûniştina doza ku di 2014an de di derbarê wî de hatibû vekirin îro li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dest pê kir.
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sıddik Akiş, di 3yê Pûşperê de li Wanê, ji aliyê polêsan ve hatibû desteserkirin.
Piştî desteserkirina wî, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê di ragihandina xwe de angaşt ku Hevşaredar Mehmet Sidiq Akiş "di rêxistina PKK/KCKê de roleke bilind wergirtiye" û da zanîn ku wek "tedbîra demkî" ew ji postê şaredartiyê hatiye dûrxistin û di şûna wî de qeyûm hatiye tayînkirin.
Di heman rojê de Parêzgeha Colemêrgê jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku hemû meş û civînên li derve, ji bo 10 rojan hatine qedexekirin.
Piştî ku bertekên nerazîbûnê li piraniya bajarên bakurê Kurdistanê zêde bûn Parêzgariya Amed û dûre jî ya Mêrdînê her cûre çalakiyan qedexe kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin