Hevsaredarê Colemêrgê bi 19 sal û 6 mehan hate cezakirin

05 June 2024 14:20 0 dîtin
Hevsaredarê Colemêrgê bi 19 sal û 6 mehan hate cezakirin

PeyamaKurd - Daniştina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddiq Akiş qediya.

Hate ragihandin ku Akiş bi 19 sal û 6 meh cezayê zindanê hatiye cezakirin.

PeyamaKurd - Daniştina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddiq Akiş qediya. Hate ragihandin ku Akiş bi 19 sal û 6 meh cezayê zindanê hatiye cezakirin.

Di doza ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddiq Akiş li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dihat darizandin de biryar hat dayîn.

61emîn daniştina doza ku di sala 2014an de di derbarê Akiş de hatibû vekirin, îro li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin.

Li gor K24ê, dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddiq Akiş birî. 

Şaredarê Colemêrgê Mehmet Siddiq Akiş, di 3yê Pûşperê de li Wanê ji aliyê polêsan ve hatibû desteserkirin. 

Piştî desteserkirina Akiş, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Şaredar Akiş bi angaşta ku "Di rêxistina PKK/KCKê de roleke bilind wergirtiye" wek "tedbîra demkî" ji postê xwe hatiye dûrxistin û di şûna wî de ji Şaredariya Colemêrgê re qeyûm hatiye tayînkirin.