Qeyûmê li Colemêrgê li Diyarbekir û Enqereyê hate protestokirin

10 June 2024 11:59 0 dîtin
Qeyûmê li Colemêrgê li Diyarbekir û Enqereyê hate protestokirin

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê bi armanca şermezarkirina tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê ji navçeya Ofîsê heta ber Şaredariya Bajarê Mezin meşek hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Partiya DEM û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi sedan welatî beşdarî meşê bûn.

Beşdarên meşê bê navber siloganên "Colemêrg ya me ye" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin û tîşortên bi nivîsa "Qeyûm derkeve" li xwe kirin.

Girseya gel piştî meşa demekê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Roj bê AKP wê hesab bide gel", “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” , “Dem dema me ye, şaredarî ya me ye”, “Qeyûm darbe ye, em qeyûm naxwazin” hatin berzkirin.

Dayikên Aştiyê yên beşdarî meşê bûn jî sirûda "Lê Amedê" gotin.

Li Enqereyê jî çalakiyek hat lidarxistin

Li ser banga Rêxistina Parêzgeha Enqereyê ya DEM Partiyê li Enqereyê çalakiya "Enqere ji bo Colemêrgê radiweste" hat organîzekirin.

Di çalakiya li Kolana Sakaryayê de, piştî daxuyaniya çapemeniyê ku ji aliyê Berdevka Jinan a DEMê ya Enqereyê Nebahat Çalpan ve hat xwendin, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Çalpan pirsa, "Ma mafê dengdayîn û hilbijartinê ne mafekî ku Kurdan dihewîne?" Di çalakiyê de dirûşmên "Ji tinekirina îradeyê re na" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.