Davos | Forûma Aborîya Cîhanê hat betal kirin

20 December 2021 19:37 0 dîtin
Davos | Forûma Aborîya Cîhanê hat betal kirin

PeyamaKurd – Forûma Aboriya Cîhanê (World Economic Forum) ku li bajarê Davos ê Swîsreyê tê lidarxistin, ji ber belavbûna cûreya koronayê Omicronê hat betal kirin. Tê çaverêkirin forûma aborî di mehên havîna bê de were lidarxistin.

Li gorî nûçeya Sky Newsê biryara betalkirinê ji beşdarên forûma Davosê re hatiye ragihandin. Biryar bû Forûma Aborî ya Cîhanê di navbera rojên 17-21ê Çileya 2022yan de were lidarxistin.

Beriya niha jî ji ber belavbûna Covid-19 carekê ya li Sîngapûrê, bi tevahî du caran Lutkeya Davosê hatibû betalkirin.