Daxuyanî hate dayîn: Gelo hevdîtina DEM Partî û Ocalan pêk tê?

23 December 2024 17:32 0 dîtin
Daxuyanî hate dayîn: Gelo hevdîtina DEM Partî û Ocalan pêk tê?

PeyamaKurd – Piştî bangewaziyên Serokê MHPê Devlet Bahçeli bo hevdîtina DEM Partî û Abdullah Ocalan, parlamentarên DEM Partiyê serlêdana bo çûyîna Girava Îmraliyê kiribûn ku ev sê hefte ne li benda bersivê ne.

Tevî ku medya Tirk dibêje, Erdogan pêkhatina wê hevdîtinê êrê kiriye jî hîn Wezareta Dadê bersiveke fermî nedaye DEM Partiyê.

Herî dawî Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç gotibû, piştî gotûbêjên budçeyê yên parlamentoyê wê bersiv bê dayîn.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî li ser nîqaşên derbarê hevdîtina Ocalan de daxuyanî da û ragihand, derbarê serlêdana wan a ji bo Abdullah Ocalan de heta niha bersiveke fermî nehatiye dayîn.

Temellî îro 23yê Kanûnê li parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist û got: “Heta niha bersiveke fermî ji me re nehatiye dayîn. Eger bersivek bê dayîn em dê bi raya giştî û ragihandinê re parve bikin.”

Hêjayî gotinê ye, şîrove têne kirin ku hevdîtina Ocalan û DEM Partiyê girêdayî pêşhatên Sûriyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê ye ku Tirkiye bilez hilweşîna YPGê û PKKê dixwaze.