Daxuyaniya Serok Barzanî derheqê postê serokkomariyê de

28 September 2018 23:33 0 dîtin
Daxuyaniya Serok Barzanî derheqê postê serokkomariyê de

PeyamaKurd - Serok Barzanî li ser postê Serokomariya Iraqê peyamek belav kir û ragihand ku li ser daxwaza Dr. Berhem Salih û ji bo pirs û nêrîna li ser posta Serokomariya Iraqê Dr. Berhem Salih serdana Serok Barzanî kiriye.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Îro înê 28/09/2018an li ser daxwaza wî û ji bo pirs û nêrîna li ser postê serokomariyê, Birêz Dr. Berhem Salih hat serdana me.

Li gel rêz bo Kak Dr. Berhem, posta serokomariyê bi îstihqaqa siyasî ya gelê Kurdistanê ve têkildar e, ne şexs û aliyek, peywendiya vê postê bi hemû pêkhateyên Iraqê re heye tevî gelê Kurdistanê jî. Ji bo me dê baş bûya ku hemû aliyên Kurdistanî li ser yek berbijêrek li hev bikirana, lê belê birayên me yên Yekîtiya Niştimanî bi awayekî yekalî berbijêrê xwe diyar kir û piştre aliyên Kurdistanî yên din û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berbijêrên xwe ji bo wê postê diyar kirin.

Niha jî ji bo yekalîkirina vê mijarê divê mekanîzmaya diyarkirina berbijêr ji bo serokomar her li cem aliyên Kurdistanî bimîne û rêz li raya piraniya xelkê Kurdistanê were girtin. Herwiha ji bo me baş e diyarkirina birêzek ji bo Serokomariya Iraqê ji nêrîna fraksiyonên Kurdistanî yên li Bexdayê re vegere. Her birêzek dengê piraniya nûnerên aliyên Kurdistanî bi dest bixe, weke berbijêrê Kurdistanê ji bo serokomariyê were diyarkirin û ez daxwaz dikim hemû alî rêz li nêrîna piraniya fraksiyonên Kurdistanî yên li Bexdayê bigrin.