Daxwaza Demirtas a berdanê hat redkirin

18 April 2020 16:43 0 dîtin
Daxwaza Demirtas a berdanê hat redkirin

PeyamaKurd - Daxwaza berdanê ya Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demiraş ku zêdetirî 3 sal û nîvan girtiye hat redkirin.

Parêzerên Selahattin Hevserokê berê yê Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş bi daxuyaniyekê dan zanîn ku ji bo serbest neberdana muwekîlên wan tu sedem nehatiye nişandan.

Yek ji parêzerê Demirtaş, Mahsunî Kahraman diyar kir ku ew dê îtîrazî vê biryarê bikin.Parêzer Kahraman derbarê biryarê de li ser hesabê xwe yê tora civakî de daxuyaniyek da:

“Ji ber ku nexweşiyên wekî hipertansiyon, dil û henaseyê bi birêz Demirtaş hene, tendirustiya wî di bin metirsiyê de ye. Du heftê berê me serî li dadgehê da ku were berdan lê bêyî sedem ev daxwaza me hat redkirin.”Parêzer Kahraman teqez kir ku ew dê li dijî vê biryarê mafê xwe yê îtîrazê bikar bînin.

Li gorî guhertina destûrê ya derbarê înfazê de wê nêzîkî 90 hezar girtî ji girtîgehan derkevin. Ligel hemû hewldanên partiyên muxaletê siyasetmedar û rojnamegerên girtî û kesên ji ber aşkerekirina fikr û ramanên xwe hatine girtin tevlî van guhertinan nekirin ango ew dê neyên berdan.