Pêsnûmeya daxwaza vekisîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê dike hat redkirin
PeyamaKurd – Civata jêrîn ya Kongresa Amerîkî, Meclisa Nûneran, deng li ser pêşnûmeya ku ji aliyê parlementerê Komarî Matt Gaetz ve hatî pêşkêş kirin da ku bang li Serok Joe Biden dike ku hemî leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişîne.
Pêşnûme bi 321 dengên "na" li hemberî 103 dengên "erê" hat redkirin.
Ji Demokratan 56 û ji Komarîyan 47 parlementer piştgirî dan pêşnûmeyê.
Gaetz diyar kir, dibe ku Amerîkî meraq bikin ka Sûriye çawa bûye qada pêşbaziya hêzên mezin û got, li Sûriyeyê hevkêşiyeke tevlihev derketiye holê.
Gaetz eşkere kir, di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de welatên Kendavê piştgirî dan muxalefetê û destnîşan kir, Îran ne tenê piştgiriya Sûriyeyê dike, di heman demê de Hîzbullahê jî dajo qadan û Sûriye dagir kir.
Gaetz da zanîn, Rûsya jî mudaxele kir û bi vî awayî bi daketina Rojhilatê Deryaya Spî re wêne zêdetir aloz kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin