CENTCOM: Hêzên Amerîkî li ser daxwaza Kazimî dimînin
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth F. McKenzie ragihand, “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêdiviyê bi mayîna hêzên Amerîkî dibîne û ji ber wê jî wê hêzên me li Iraqê bimînin.”
Li gorî nûçeya Washington Postê ku bi zimanê Kenneth F.McKenzie daye, CENTCOM li benda biryara nû ya bo hêzên Amerîkî yên li Iraqê ye.
F.McKenzie gotiye, bi biryara Mistefa Kazimî serdegirtina milîsên Hizbullaha Iraqê û girtina milîsên Îranî pêşhateke gelekî girîng e û bal kişandiye ser têkoşîna dijî DAIŞê li Iraqê ku pêdivî bi hêzên Amerîkî heye.
Mc.Kenzie diyar kiriye, “Tekane tişta ku niha pêdiviya Kazimî pê heye ew e ku rêbazekî ji bo mayîna hêzên Amerîkî li Iraqê bibîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin