Biden û Kazimî rêkeftina bidawîkirina erkê serkirinê yê hêzên amerîkî îmze dikin
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 26ê Tîrmehê rêkeftinekê îmze dikin ku heta dawiya îsal erkê şerkirinê yê artêşa Amerîkayê li Iraqê nemîne û tenê ji bo rahênana leşkerî ya artêşa Iraqê hêzên amerîkî dimînin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo berdewamkirina dîyalogên stratejîk û bidawîanîna erkê artêşa Amerîkayê li Iraqê, li Washingtonê ye.
Piştî civîna îro ya Biden û Kazimî, daxuyaniyeke fermî wê were belavkirin û tê de bidawîbûna erkê artêşa Amerîkayê li Iraqê dê were ragihandin.
Niha 2500 serbazên Amerîkayê li Iraqê hene, bi erkê têkoşîna li dijî DAIŞê li Iraqê ne. Ev erkê artêşa Amerîkayê ji bo perwerdekirina artêşa Iraqê dê were guhertin.
18 sal berê di Adara 2003yan de ji ber doza civaka navdewletî, artêşa şerker a Amerîkayê li dijî Sedam Husên û rejîma wî, hate Iraqê, piştî wê jî, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, erkê şerkirina li dijî DAIŞê ji wan re hate dayîn, heta niha jî beşek ji wan serbazan li Iraqê mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin