Kazimî bi rûspî û serokesîrên Singalê re civiya: Divê Rêkeftina Singalê bilez bê bicihkirin

09 May 2022 20:09 0 dîtin
Kazimî bi rûspî û serokesîrên Singalê re civiya: Divê Rêkeftina Singalê bilez bê bicihkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, îro 9ê Gulanê pêşwazîya serok hoz û eşîrên Şingalê kiriye û daxwaza bicihkirina rêkeftina Şingalê di zûtirîn demê de kiriye.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê eşkere kir, Serokwezîr Mistefa Kazimî pêşwazî li şandeke xelkê Şingalê kiriye ku ji rûspî û serokên hozan pêk hatibû.

Hat diyarkirin ku Kazimî guhdariya şîrovekirina rewşa ewlekarî û jiyanê ya Şingalê û zehmetî û kêşeyên xelkê wê derê kiriye û gotiye, pêwîst e jiyana rojane ya xelkê Şingalê were asayîkirin, rê ji bo têkderan neyê dayîn ku aramiya herêmê têk bidin û rêkeftina Şingalê jî were bicihkirin ku tenê hêzên Iraqê li Şingalê bimînin.

Di civîna ku Şêwirmendê Asayişa Niştimanî, Serokerkanê Artêşa Iraqê û Cîgirê Fermandarê Fermandariya hevbeş amade bûn de, Kazimî daxwaz kir, di zûtirîn demê de sindoqa avadankirina Şingalê were pêkanîn û di çarçoveya yasaya budçeya giştî ya Iraqê de, hejmarek kes ji xelkê herêmê di saziyên ewlekariyê de werin bicihkirin.