Serokomarê Iraqê bi sanda nûnerên Singalê re civiya

09 January 2023 13:34 0 dîtin
Serokomarê Iraqê bi sanda nûnerên Singalê re civiya

PeyamaKurd Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd li Bexdayê bi şandeke nûnerên Şingalê re civiya.

Di navbera Reşîd û heyetê de mijarên têkildarî pirsgirêkên herêmê hatin nîqaşkirin.

Di daxuyaniya Serokatiyê de hate destnîşankirin, Reşîd tekez kir ku divê ji bo başkirina rewşa jiyana welatiyên Şingalê xebateke cidî bê kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin, divê pirsgirêk bên çareserkirin û vegera welatiyên Şingalê bi lez bê kirin.

Di hevdîtinê de hate gotin, şanda Şingalê daxwaz ji saziyên hikûmeta Iraqê yên li Şingalê kirine, erkên xwe yên ji nû ve avakirina bajêr û dabînkirina budceyê ji bo vegera koçberan bi cih bînin.