Dayika 70 salî Hayriye Demîr li Diyarbekirê hat desteserkirin

15 July 2020 10:04 0 dîtin
Dayika 70 salî Hayriye Demîr li Diyarbekirê hat desteserkirin

PeyamaKurd - Li Diyarbekirê do, polîs û leşkerên Tirkiye li dijî jinan operasyonek pêk anî. Di çarçoveya vê operasyonê da, gelek jin hatin desteserkirin. Yek ji wan jî, dayika Hayriye Demîr a 70 salî bû.

Leşkerên Tirkiyê, li Gundê Fîsê yê navçeya Lîcê girtin ser du malan. Gelek leşkeran bi maşiyên xwe yên zirxî gund dorpêç kirin û girtin ser du malan lêgerîn kirin. Leşkeran di dema lêgerînê da hemû alavên malan belav kirin û dayika 70 salî Hayriye Demîr desteser kirin.

Li gor agahiyan, di heman demê da, leşkeran dest danîne ser wêneyê zarokê Demîr ê PKK’yî. 

Leşkeran, Demîr ji gundê Fîsê birin navenda navçeya Lîcê û li bendêye ji wir jî bînin Midûriyeta Polîsan a Diyarbekirê.

2 Zarokên xwe wenda kir, yek jî di girtîgehê da ye

Kurê Hayriye Demîr Cengîz Demîr di sala 1999’an da beşdarî PKK’ê dibe û di sala 1999’an da, di dema paşve kişandinê da, di şerekî da can dide. Cenazeyê kurê Demîr ê li Goristina Xerzanê tê definkirin, di 19’ê Kanûna 2017’an da, bi 267 cenazeyan ra ji gorên wan tên derxistin û bi îdîaya testa DNA’yê dişînin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Dûre cenazeyê kurê Demîr dibin peyarên Goristana Bêkesan a Kîlyosê ya Sariyerê tê definkirin. Malbat pişt ra li cenazeyê kurê xwe diğere, dibîne û li Gundê Fîsê defin dike. 

Kurê Hayriye Demîr Tekîn Demîr jî, di sala 1992’yan da beşdarî PKK’ê dibe û di sala 1993’yan da di şerekê da jiyana xwe ji dest dide. Hîn jî nayê zanîn cenazeyê kurê Demîr Tekîn Demîr li ku derê ye. 

Kurê Demîr Abdullah Demîr jî, bi hincetên siyasî cezayê muebetê lê hat birîn û ev 25 salin girtiye.