Deloitte amarên 2021ê yên firotina petrola Herêma Kurdistanê eskere kir...
PeyamaKurd - Kompaniya Brîtanî ya Deloitte ya amarên petrol û gaza welatên cîhanê tomar dike û belav dike, amarên petrola Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Li gorî rapor Kompaniya Deloitte sala di sala 2021ê de Herêma Kurdistanê zêdetirî 152 milyon bermîl petrol firotiye û bi tevahî her bermîlek hatiye ser 59.4 dolaran.
Di raporê de hatiye diyarkirin, dahata nefta ku hatiye firotin 5 milyar dolar bûye ku zêdetirî 1 milyar dolar çûye xercê kompaniyên derxistina neftê û 4 milyar dolarê maye jî %44 gihîştiye hikûmeta Kurdistanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta Deloitte bi zimanên kurdî, erebî û înglîzî li ser malpera xwe ya fermî ya hikûmetê jî belav kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin