Deloitte | Di 3 mehan de 39 milyon bermil petrola Kurdistanê hat firotin

30 May 2019 18:14 0 dîtin
Deloitte | Di 3 mehan de 39 milyon bermil petrola Kurdistanê hat firotin

PeyamaKurd - Kompaniya Şefaftiyê ya Deloitte raporta xwe ya li ser rêjeya hinartin û firotina petrola Herêma Kurdistanê di heyama sê mehan de belav kir.

Malpera fermî ya hikûmeta Kurdistanê da xuyakirin, şîrketa cîhanî ya şefaftiyê ya bi navê Deloitte, ku navenda wê li New Yorkê ye, raporta xwe li ser hinartin û firotina petrola Kurdistanê di sê mehan de belav kir.

Li gorî wê raportê, Herêma Kurdistanê ji roja 1 Cotmeha 2018 heta 31 Kanûna heman salê 39 milyon û 399 hezar û 182 bermîl neft bi rêka boriyê firotiye derve.

Di raportê de hatiye gotin, diravê wê petrola ku hatiye firotin 2 milyar û 125 milyon û 381 hezar dolar bûye. Yanê her bermîlek bi 54 dolar û 97 sentan hatiye firotin.

Hikûmeta Kurdistanê jî ragihand ku ew ê li gel şîrketa Deloitte berdewam bin bo çavdêrîkirina şefaftiyê di sektora petrola Kurdistanê de.