Dema vegera hêzên Pêsmerge bo deverên Kurdistanî eskere bû
PeyamaKurd - Nûnerê Wezareta Navxwe û Wezareta Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê di Fermandariya Operasyonan a Iraqê de Lîwa Ebdulxaliq Telhet derbarê daxwaza Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê yên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê daxuyanî da.
Lîwa Ebdulxaliq Telhet ji K24ê re daye xuyakirin, piştî çûna şandeke Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û bi Mistefa Kazimî re civiya, çend biryar hatin dayîn, ji bo cibicîkirina wan biryaran jî, şandeke ewlekariya leşkerî ya Iraqê serdana Serok Barzanî kir û biyar hat dayîn ku piştî cejnê ew biryar bêne cibicîkirin.
Li ser pirsa “Gelo wê hêzên Pêşmerge vegerin wan navçeyan yan tenê dê operasyonên hevbeş encam didin?” Lîwa Ebdulxaliq Telet wiha got:
“Çend biryar di wê derbarê de hatin dayîn, piştî ku ew gihiştina wê baweriyê ku Serok Barzanî biryar daye ku komîteyên hevbeş dest bi kar bikin û biryar hat dayîn ku her çar komîte li navendên Xaneqîn, Kerkûk, Mexmûr, Giwêr û Sihêlan werin avakirin û pêngava piştre jî ew e ku du lîwayên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de werin avakirin ji bo bi hev re wan deveran valahiya ewlekariyê lê heye dagirin.”
Telhem bibîr xist, “Di piraniya hevdîtinan de behsa wê yekê dihat kirin ku eger hêzên Pêşmerge û biryarên serkirdatiya kurdî nebûya, hêzên Îraqî bi tenê nikarîbûn tevahiya deverên ku berê DAIŞê dagîr kiribû rizgar bikirana di nav wan de Mûsil û hin deverên Mexmûr û Giwêr jî, Ji ber vê yekê niha ew gihîştine wê baweriyê ku eger bi hevbeşî ligel hêzên Pêşmerge li wan deveran wan devran neparêzin, û Pêşmerge vegerin wan deveran, ew nikarin bi tenê wan deveran kontrol bikin ji ber vê yekê dema şanda Îraqê vegeriya Bexda bi biryarên Serok Barzanî razî bû.”
Lîwa Ebdulxaliq Telhet got: “Pêkanîna van her du lîwayên hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de qonaxa yekem a vê hevkariyê ye û ev yek ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê biryareke girîng e.”
Derbarê helwesta Heşda Şeibî de Telhet diyar kir: “Piştî ku çend caran çekdarên Heşda Şeibî bûn armanca çêrîşên DAIŞê û gelek çekdar ji wan hatine kuştin û birîndarkirin, ew jî gihîştine wê baweriyê ku bê Pêşmerge dê nikaribin rûbirûyî çekdarên DAIŞê bibin û dê nikaribin wan deveran kontrol bikin, ji ber wê jî Heşda Şeibî nermî nîşan daye.”
Lîwa Ebdulxaliq Telhet tekez kir, vegera hêzên Pêşmerge ji bo wan deveran, tê wateya parastina hêzên ewlekarî yên Îraqê ji gefên DAIŞê, ji ber vê yekê eger bi wan nexweş be jî, ew neçar in bi hevbeşî li gel hêzên Pêşmerge wan deveran kontrol bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin