Hêzên Pêsmerge û artêsa Iraqê li deverên Kurdistanî 4 navendên hevpes ava kirin

22 August 2020 11:08
Hêzên Pêsmerge û artêsa Iraqê li deverên Kurdistanî 4 navendên hevpes ava kirin

PeyamaKurd –  Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li deverên Kurdistanî 4 navendên hevbeş yên operasyonan ava kirin.

Li gor Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar yên Iraqê di daxuyaniyeke îmzeya Cîgirê Fermandeyê Operasyonan ya Artêşa Iraqê Ebdulemîr Şemerî li ser e ragihand, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Iraqê rizamendî nîşan daye, çar navendên hevbeş yên operasyonan di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de bên avakirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, yek ji wan navendan li bajarê Xaneqîn e, yek li bajarokê Mexmûr e, yek li devera Keskê ya Mûsilê ye û ya din jî li devera Çîmen ya Kerkûkê ye.